Li Kerkûkê teqîn: 2 Pêşmerge birîndar bûn

Bi teqandina bombeya ku li rojavayê Kerkûkê li ser rê hatibû çandin, 2 pêşmerge birîndar bûn.

01.07.2017, Cts - 12:12

Li Kerkûkê teqîn: 2 Pêşmerge birîndar bûn
Nuçe Belav bike


Li gor Rûdawê Berpirsê Polîsan ê Bajar û Bajarokên Kerkûkê Serhad Qadir da xuyakirin, teqîn 1ê Tîrmehê li demjimêr 11:10an li ser rêya gundê Xereberûtê, dema derbasbûna wesayîta Pêşmergeyan rû daye û 2 Pêşmerge bi sivikî birîndar bûne.

Serhad Qadir herwiha li ser gotegotên medyayê yên wekî ‘Dê DAIŞ êrîşî Kerkûkê bike' jî diyar kir, her roj nivîsên ji bo tedbîrê yên bi wî rengî têne şandin, lê hêzên me amade ne.

Qadir destnîşan kir ku DAIŞ ji hêza xwe ketîye û êdî ew ji bo Kerkûkê nabe gefek

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:22:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x