Navbera Pêşmergeyên dildar û Heşdî Şabî de pevçûn derket!

Li bajaroka Qere Hencîra ku girêdayî Kerkûk di navbera Pêşmergeyên dildarî û milîsên Heşdî Şabî de şer derket.

04.11.2017, Cts - 06:39

Navbera Pêşmergeyên dildar û Heşdî Şabî de pevçûn derket!
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî ji bajarokê Qere Hencîrê ji Rûdawê re ragihand, demjimêr 21:30ê îşev 3ê Mijdarê çend pêşmergeyên xwebexş rûbirûyê çekdarên Heşda Şeibî bûne û di encamê de şer di navbera wan de çê bûye.

Li gorî heman çavkaniyê, şerê navbera pêşmergeyên xwebexş û çekdarên Heşda Şeibî de zêdetir ji 1 saetî dom kiriye, lê belê ti zirarên canî nebûne.

Rêveberê Bajarokê Qere Hencîr Avesta Mihemed ji Rûdawê re diyar kir, “çend kesên têkder teqe li otomobîleke ji curê Hummer a Heşda Şeibî kirine û ji ber wê jî şer derketiye.”

Avesta Mihemed got: “Em kesên teqeker nas dikin û dê lêkolînê bi wan re bikin.”

Bajarok Qere Hencîr bajarokekî Kurdistanê ya li derveyê îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û bi 15 kîlometran ji navenda bajarê Kerkûkê dûr e û dikeve ser rêya Kerkûk-Silêmanî.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:28:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x