Navçeyên Kurdistanî li benda vegera Pêşmerge ne

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge radigihînê, Pêşmerge çaverêyî Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ye, ji bo destpêkirina civîna wan a derbarê vegera hêzên wan bo navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

27.01.2020, Pts - 07:13

Navçeyên Kurdistanî li benda vegera Pêşmerge ne
Nuçe Belav bike

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Êmînkî ji K24ê re aşkere kir, Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî gihîştinê wê baweriyê, ku bêyî hêzên Pêşmerge ew nikarin navçeyê kontrol bikin.

Tekez kir jî, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne cîgir e û çend navçe bi şevê dikevin bin kontrola çekdarên DAIŞê.

Di wê derbarê de, Endamê Komîta Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Mihyedîn Hesen ji K24ê re ragihand, Negihîştina Hewlêr û Bexdayê ji rêkeftina re ji bo vegera Pêşmerge û birêvebirina hevbeş ji navçeyên Kurdistanî re, bû sedemek ku şaneyên razayî yên DAIŞê bimînin.

Mihyedîn Hesen diyar dike jî, piştî biryara Perlemana Iraqê ya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî şerê xwe li dijî DAIŞê rawestandin, ew jî metirsî ye ku DAIŞ vegera û beşek ji wan navçeyan kontrol bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:36:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x