Nexwaşxaneya Pêşmerge li Hewlêrê hat vekirin

Nexwaşxaneya Pêşmerge li ser erkê Almanya nêzîk Hewlêrê hate vekirin.

24.04.2019, Çar - 09:23

Nexwaşxaneya Pêşmerge li Hewlêrê hat vekirin
Nuçe Belav bike

Îro 24.04.2019ê di merasîmekê de nexwaşxaneya Pêşmerge li bajarê Hewlêrê bi amadebûna hejmarek fermandarên Pêşmerge û fermandarên artêşa Almanya ve hate vekirin.

Nexwaşxaneya Pêşmerge dikeve ser rêya serekî ya Behrikê ya nêzîk Hewlêrê û Almanyayê ji bo çêkirina wê nexwaşxaneyê 800 hezar dolar pare veqetandibû.

Di merasîma vekirina nexwaşxaneyê de wekîlê wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn, wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî gotar pêşkeş kirin û spasiya gel û hikûmeta Almanyayê kirin, ku piştevaniyeke berdewam ji gelê Kurdistanê û Pêşmerge re kirine.

Kerîm Şingalê daxwaz ji welatên din ên hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê kir, ku alîkariya temam kirina beşên din ên nexwaşxaneyê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:29:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x