Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagonê) di rapora xwe ya berfireha li ser şerê li dijî DIŞIê de diyar kir ku divê hîn zêde çek û perwerdehî ji bo Hêzên Pêşmerge were dayîn.
Pentagonê li gorî raporên lêkolînên yên di navbera Cotmeha 2015a û Berfanbara 2016a de raporeke berfireh a bi navê ‘Nirxandina çekdarkirin û perwerdekirina hêzên li Iraqê ji aliyê Amerîka û hevpeymanê ve' amade kir û di wê raporê de behsa rola Hêzên Pêşmerge ya di şerê dijî DIŞIê de hat kirin.
Di raporê de hat derbirîn ku Amerîkayê di şerê li dijî DIŞIê de ji çekdarkirina Hêzên Pêşmerge sûd wergirtiye û hat dest nîşan kirin ku divê pêşmerge hîn zêde were piştgirî kirin.
Her wiha di raporê de hat diyar kirin ku di warê çek û teqemeniyan de di şiklê piştgirî û mijara perwerdehiya leşkerî ya ji bo Hêzên Pêşmerge de du pirsgirêk rû dane.
Hat gotin ku pirsgirêkek ew e ku rêveberiya Amerîkayê di dawiya sala 2014a de biryar girt ku ji bo perwerdehî û çekdarkirina hêzên Iraqê milyarek û 600 milyon dolar terxan bike û di çarçoveya vê planê de biryar hat dayîn ku 2 yekîneyên pêşmerge an jî 4 hezar pêşmerge bi awayekî herî baş werin çekdarkirin lê heta niha ev plan nehatiye sepandin.
Hat diyar kirin ku pirsgirêka din jî ew e ku di destpêka sala 2015a de li Herêma Kurdistanê 4 navendên perwerdehiyê hatin damezirandin, li van navendan Hêzên Pêşmerge 23 rojan hatin perwerde kirin û perwerdehiyên li van navendan baş derbas bûn lê Amerîkayê berpirsyariya perwerdehî ya hêzên din ên Iraqê girt ser xwe û welatên din ên hevpeymanê perwerdehiya leşkerî dan pêşmergeyan.
Ligel vê yekê di raporê de hat ragihandin ku hêzên taybet ên Amerîkayê gelek caran bi awayekî deryasayî perwerdehiya leşkerî dan Hêzên Pêşmerge lê ne diyar e ku ev peywir wê çawa berdewam bike û hat dest nîşan kirin ku divê alîkarî û perwerdehiya hêzên hevpeymanê werin yasayî kirin.
Her wiha di raporê de Hêzên Pêşmerge bi piştgiriya Amerîka û hêzên hevpeymanê dikarin Herêma Kurdistanê li dijî DIŞIê biparêzin û hat derbirîn ku dikarin gelek bajarok û herêman kontrol bikin û divê piştgiriya ji bo wan were berdewam kirin.