PENTAGON: Wê hevkariya me ligel Pêşmerge berdewam bike

Cîgirê Wezarê Bergiriya Amerîkayê (PENTAGON) Michael Mulroy aşkere kir wê hevkariya wan ligel Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê berdewam bike.

01.09.2019, Paz - 08:50

PENTAGON: Wê hevkariya me ligel Pêşmerge berdewam bike
Nuçe Belav bike

Do şemiyê 31-08-2019an di hevpeyvîneka taybet da Michael Mulroy ji Kurdistan24ê ra aşkere kiriye Amerîka wê berdewam be li ser perwerde,pirrçekkirin, rawêjkarî û hevkariyê ligel Pêşmergeyên heta ku metirsiya DAIŞê bi yekcarê bi dawî bibe.
Herwiha Michael Mulroy derbarê zêdebûna tevgera DAIŞê li hin herêmên Iraqê û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî aşkere kiriye divê hemahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê zêdetir bibe bo aramî vegere wan herêman û metirsiya DAIŞê li wan herêman jî nemine.

Michael Mulroy amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê da dikin bo çareseriya hemû pirsan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:12:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x