Pêşmerge: Almanya û Hevpeymanî, dê piştgiriya Pêşmerga berdewam bikin

Berdevkê Wezaretê Pêşmerge Helgurd Hikmet ji Spûtnîkê re ragihand ku, dê Almanya di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriya çek û perwerdehiyê ku dide Pêşmergeyan dê berdewam bike û lê zêde kir ku dê hevpeymanî di jêr serweriya Amerîkayê de jî dê piştgiriya pêşmerge bidomîne.

28.12.2017, Per - 15:30

Pêşmerge: Almanya û Hevpeymanî, dê piştgiriya Pêşmerga berdewam bikin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyên ku ji jêderên Pêşmerge hatine bi dest xistin Almanya û hêzên hevpeymaniya di jêr serweriya Amerîkayê de biryar dane ku di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de, dê piştgiriya pêşmerge berdewam bikin. Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê Almanya piştgiriya ku dida Pêşmerge qût kiribû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rojên borî de çûbû Almanya û bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Wezîrê Berevaniyê ya Almanya re hevdîtin pêkanîbûn û ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge piştgirî xwestibû.

Hêzên Pêşmerge, di mijara ku çekên ji Almanya stendinê dê tenê li hember DAIŞê bikarbînin ewlehî dane Almanyayê.

Derbarê piştgiriya ku Almanya dide pêşmergeyan de Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmet ji Spûtnîkê re ragihand ku, dê Almanya di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞê de, piştgiriya çek û perwerdehiyê bide Pêşmerge û diyar kir ku vê biryarê ew kêfxweş kirine. Hikmet bibîranî ku Almanya berê jî şêwirmendiya hêzên Pêşmerge dikir û piştgiriya çekan dida wan û got, di parlamentoya Almanya de biryar derketiye ku Almanya piştgiriya çekan bide Pêşmerge. Hikmet da zanîn ku di mijara têkoşîna li dijî DAIŞê de ew pêwistiyê bi piştgiriya Almanya dibînin.

Herwiha Hikmet aşkere kir ku hêzên koalîsyona di jêr serweriya Amerîkayê de jî, dê bi berdewamî piştgiriya Pêşmerge bikin.

Di rojên borî de li Parlamentoya Almanyayê biryar hat stendin ku têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam bike. Projeyasaya ku ji bo Almanya piştgiriya çek û perwerdehiyê bide Pêşmerge, ji bo parlamentoyê hatibû pêşkeşkirin bi zêdebûna dengan hatibû qebûl kirin.

Di dengdana ku hatibû kirin de li hember 226 dengên ‘Na' 436 dengên erê derketibûn, 10 deng jî ne lê hatibûn hesibandin û projeyasaya ji bo piştgiriya Pêşmerge li parlamentoyê hatibû qebûl kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1362 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:34:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x