Pêşmerge: Berevanîkirin ji axa Kurdistanê cejnane ya me ye

Hêza Pêşmerge li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê çejna Qurbanê li hevdû pîroz kirin û daxwaz ji alîyên sîyasî dikin hevgirtî bin bo bi destveanîna mafên gelê Kurdistanê.

12.08.2019, Pts - 06:04

Pêşmerge: Berevanîkirin ji axa Kurdistanê cejnane ya me ye
Nuçe Belav bike

Li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê, dûr ji malbatên xwe Pêşmeger cejna Qurbanê ji hev dû pîroz dikin û bi telefonê pîrozbahîyê li hevser û zaroyên xwe dikin.

Xelîl Ebdûllah dibêje, piranîya cejanan ew li çeperên şer û bervanîyê ji axa Kurdistanê bûye û di nav malbata xwe de nebûye.

Pêşmergeyan bê cudahîya hizir û bawerîyan pîrozbahîya cejnê ji hev dû kirin û dûv re têşta cejnê li gel hev xwarin. Hinek Pêşmerge ji pêkhateyên din in û hatîne pîrozbahîyê li birayên xwe yên musilman bikin û dibêjin: Cudahîya hizir, bawerî û olê ti caran bandora xwe li ser Pêşmergeyan nebûye.

Hêzên Pêşmerge li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê, peyama xwe bo alîyên sîyasîyên Kurdistanê dişînin û daxwaz ji alîyan dikin ku hevgirtî bin bo bi destveanîna mafên gelê Kurdistanê û dibêjin berevanîkirin ji axa Kurdistanê cejnaneya me ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1042 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:01:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x