Peşmerge: Me daxwaza pirçekirina 2 lîwayên din bi çekên Amerîkî kiriye

Emîdarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge ragehand ku, Hikumeta Amerîkayê yek milyar dolar qeriz dide Iraqê pişka Herêma Kurdistanê jî ji wê qerzê 200 milyon dolar e.

11.05.2017, Per - 07:42

Peşmerge: Me daxwaza pirçekirina 2 lîwayên din bi çekên Amerîkî kiriye
Nuçe Belav bike

Emîdarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kuridtanê ferîq Cebar Yawir ji BasNewsê re ragehand ku, Amerîka qerzekî dirêjxayen dide Iraqê bê ku, ti zêdebînê bixe ser qerzê, qeriz jî yek milyar dolare, pişka Herêma Kurdistanê jî 200 milyon dolare ji wê qerzê.

Berî niha çend welatan hevkarî û piştgiriya Hêzên Pêşmerge bi çek û teqemenî û kelûpelên serbazî kiribû û ji hêzên pêşmerge re şandibûn.

Ferîq Cebar Yawir da zanîn ku, berî ew alîkariyên serbazî yên wan welatan bigihein Herêma Kurdistanê diçûn Bexda, li wir destkarî li ser dihatkirin, yan kêmdikirn û zû ne dişandin, lê me ev yeke gihande wan welatan.

Amerîka lîwaya 7 bo Iraqê pêkanîn û pirçek kir, di heman demê de 2 lîwa li Herêma Kurdistanê jî pirçekirin, herwiha tekez kir ku, wan daxwaza pirçekirina 2 lîwayên din jî bi heman çekên Amerîkî kirine û daxwaza dabînkirina hin amorên pêweniyan .

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:28:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x