Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdelwetî civiyan

Civîna berpirsên Wezareta Pêşmerge û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Hewlêrê birêve çû, ku têde “liv û tevgerên DAIŞê” hat guftûgokirin.

13.11.2018, Sal - 06:58

Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdelwetî civiyan
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Pêşmerge, bi serpereştiya Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî li gel nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî civînek hat birêvebirin.

Di civînê de behsa bûyerên rojên derbasbûyî yên li herêmên cuda cuda yên Iraqê hat kirin, ku “çekdarên DAIŞê dest bi liv û tevgerên çekdarî kiriye.”

Li gor daxuyaniyê behsa wê yekê jî hat kirin, ku “Di encama kirinên terorîstî de bi dehan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne, ev jî bo xelkê û proseya dubare avadankirina herêmên wêrankirî yên Iraqê, bûye sedema dirustbûna neseqamgirî û kêşeyê.”

Wezareta Pêşmerge dibêje, “Behsa pirsa hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de bo sînordarkirina liv û tevgerên DAIŞê û dirustkirina rewşeke baş bo koçberan hat kirin, ku vegerin herêmên xwe.”

Herwiha îro Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serdana Navenda Medyayî ya Wezareta Pêşmerge jî kir, ku li ser rêkxistina ragihandin a Wezareta Pêşmerge kar dike.

îro Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî kêfxweşiya xwe derbirî ku dikarin di demeke diyarkirî de navendekê bo rêkxistina ragihandin a Wezareta Pêşmer damezirîne. Bi gotina Şingalî, “Hebûna navenda medyayî girîng û pêwîst e li ser navê rizagrkirina Wezareta Pêşmerge ji tevliheviya ragihandinê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:27:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x