Pêşmergeyên Dêrîn yên YNKê red dikin ku peywendîya wan bi kuştina Diyar Xerîb da hebe

Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) zanyariyên medyaya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) red dike ku Diyar Xerîb piştî civîna ligel Pêşmergeyên dêrîn ên YNKê ji aliyê Tirkiyê va hatibe kuştin.

08.07.2019, Pts - 14:25

Pêşmergeyên Dêrîn yên YNKê red dikin ku peywendîya wan bi kuştina Diyar Xerîb da hebe
Nuçe Belav bike

uhê yekşemê 07. 07. 2019an Medyaya Tirkiyê belav kiribû ku wan Endamê Komîteya Serkirdayetiya PKKê Diyar Xerîb ji aliyê wan va hatiye kuştin. Herwiha PKKê jî kuştina wî serkirdeyê xwe piştrast kir. Herdu aliyan jî aşkere kiribûn ku ew rûdaw di encama hevkariya îstîxbaratî da pêk hatiye. Medyaya PKKê belav kiriye ku roja Diyar Xerîb hat kuştin civîna wî ligel Pêşmergeyên dêrîn yên YNKê hebû. Herwiha medyaya Tirkiyê jî belav kiriye ku li çiyayê Kortekê li Silêmaniyê di hêrîşeke asmanî da Diyar Xerîb hatiye kuştin.

Beramber wan îddîayan Endamê Encumena Serkirdayetiya YNKê û Berpirsê Pêşmergeyên Dêrîn yên YNKê Rehber Seyîd Îbrahîm ji BasNewsê ra axivî û ew îddîayên di medyaya PKKê da cîh digirin red kir- Herwiha Rehber Seyîd Îbrahîm got: “Esl û easasê wan zanyariyan tuneye û ez berpirsê ragihandina Komleya Pêşmergeyên Dêrîn im.”

Herwiha Rehber Seyîd Îbrahîm Diyar Xerîb amaje bi wê yekê kir ku di wê roja Diyar Xerîd hat kuştin da ti civîna wî ligel ti Pêşmergeyên Derîn nebûye û ti carî ew tiştê medyaya PKKê belav kiriye rast nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:54:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x