Pêşmerge bi tundî bersiv da êrişa Heşdî Şabî!

Heşdî Şabî li Mahmûdiye êrişê Pêşmergê kir, hêzên Pêşmergê jî di heman demê de bersiv da êrişê.

24.10.2017, Sal - 06:32

Pêşmerge bi tundî bersiv da êrişa Heşdî Şabî!
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku milîsên Haşdî Şabî li navçeya Mehmûdiye ya nêzîkî Rebîe êrişî hêzên Pêşmerge kir. Hêzên Pêşmerge bersiveke tund dane wan û neçar man ku paşde vekişin.

Her wiha 3 wesayîtên zirxî yên Hûmmer hat rûxandin.

Li gorî Fermandarê Pêşmerge Mensûr Barzanî, hêzên Pêşmerge êrişeke milîsên Haşdî Şabî li navçeya Mehmûdiye ya nêzîkî Rebîe têkşikand. Hêzên Pêşmerge du zirxpoşên Bacer û hamerek ên Haşdî Şabî rûxandin û piştî şikestinê milîsên Haşdî Şabî paşde vekişiyan.

Fermandar Mensûr Barzanî ragihand ku pêşmergeyan hişyarî dane Haşdî Şabî da ku neyên pêş lê ji ber ku milîsên Haşdî Şabî dest bi tevgerê kiriye, şer derketiye.

Li gorî agahiyên Mensûr Barzanî, gelek kuştî û birîndarên Haşdî Şabî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:22:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x