Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin

Herêma Şengalê ku piraniya niştecihên wê Êzidîne, ji DAIŞê di Mijdara 2015an de ji aliyê Pêşmerge û hêzên kurdên din ve hat kontrolkirin. Niha jî PKKê û Heşdî Şabî hebûna xwe yê li wir herêmê didin nîşandan. Berdevkê Pêşmerge Helgurd Hîkmet eşkere kir ku hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re ji bo derketina ji Şengalê pêk tînin.

05.06.2017, Pts - 14:45

Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer ên ji herêmê hatin wergirtin, piştî azadakirina Şengalê ji DAIŞê, hêzên PKKê û niha jî Heşda Şebî ku hêzeke fermî ya Iraqê tê qebûlkirin li herêmê bicih bûne. Herwiha Heşdî Şebî li hin gund û bajarokên girêdayî Şengalê bicih bûne. Heşdî Şebî herî dawî bajaroka Beacê û gundê Koço yên Şengalê ji DAIŞê rizgar kir û kontrola sînorê Iraqê-Sûriyeyê bidestxist. Tê îdiakirin armanca vê pêşveçûnê korîdoreke bi hîzbûllahê re ve bê girêdan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertek nîşanê operasyona yekalî bi armanca rizgarkirina bajaroka Keyrawanê ya Şengalê ya Heşdî Şebî dabû. Li gorî peymana di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê operasyonên bo herêmên kurdan ên di bin kontrola DAIŞê de, dê hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi hevre pêk bînin.

Fermandarê Heşdî Şebî Elî Haşîm Huseynî derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî.

Huseynî eşkere kir ku hebûna Heşdî Şebî li Şengalê nabe sedema pirsgirekan û got: "Em ji bo rizgarkirina gundên êzidiyan hatin Şengalê. Em cihên ku azad dikin, radestî êzidiyan dikin. Li Şengalê pirsgireka me bi tu kesî re tine ne."

Berdevkê Hêzên Pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Sputnikê re axiv û ragihand ku operasyonên li Şengalê yên Heşdî Şebî, di çerçoveya tifaqa di navbera Elbîl û Bexdayê de pêk hatin. Helgurd wiha pê de çû: "Operasyonên li Şengalê yên Heşdî Şebî di encama hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de pêk hatin. Lê tu hevkariya bi Heşdî Şebî wekê hêzên Pêşmerge çênebûne."

Herwiha Helgurd eşkere kir ku hevdîtinên dîplomasî bo derketina PKKê ji Şengalê jî berdewam in.

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 1672 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:25:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x