Pêşmergeyek ji destê DAIŞê hate rizgarkirin

Peşmergeyê bi navê Seyîd Ehmed Umer ku nêzîkî du meh berê, dîl ketibû destê DAIŞê hate rizgarkirin.

16.07.2017, Paz - 06:01

Pêşmergeyek ji destê DAIŞê hate rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Hêzên Pêşmerge yê Xurmantûyê Ebdullah Bor ragihand, peşmergeyê bi navê Seyîd Ehmed ku du meh berê ketibû destê DAIŞê, ji aliyê Dije-Terorê ve hate rizgarkirin.

Li ser tendirustiya Seyîd Ehmed, Berpirsê Hêzên Pêşmerge yê Xurmantûyê diyar kir, ku rewşa tendirustiya wî baş e û ber bi Kerkûkê ve bi rê ketiye.

Şeva 27ê Gulana 2017an, DAIŞê li Xurmatû ji çar aliyan ve êriş kir ser hêzên Pêşmerge. Di êrişê de Seyîd Ehmed Umer Surçî ku xelkê gundê Kaniya Çirgane ye, dîl ketibû destê DAIŞê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:52:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x