Rêxistina lîwayên hêzên Pêşmerge destpê kiriye!

Cîgirê serokê lijneya Pêşmerge û navxwe li Parlamentoya Kurdistanê aşkera dike rêkxistina lîwayên wezareta Pêşmerge destpê kiriye û bi hêzên 70 û 80 ve em li dû mekanîzmayekî guncaw de digerin.

11.10.2019, Cum - 09:43

Rêxistina lîwayên hêzên Pêşmerge destpê kiriye!
Nuçe Belav bike

Cîgirê serokê lijneya Pêşmerge û navxwe li Parlamentoya Kurdistanê Osman Sederî ji basnewsê re ragehand: ‘’Wezareta Pêşmerge dest bi rêkxistina lîwayên nav wezaretê kiriye û bi awayekî baştir naha tê amade kirin û ev rêkxistine giringe û hêzên Pêşmerge dê ji naha bihêztir bike û dê bike hêzeke niştimanî.’’

Derbarê hêzên 70 û 80 de jî got, ev rêkxistin wan hêzên jî digre navxwe, lê bo mekanîzmayekî guncaw de em digerin bo rêkxistina wan.

Daxuyaniya wezareta Pêşmerge de hat gotin, wezareta Pêşmerge bi piştevanî û alîkariya hêzên hevpeyman ve, xwe rêkxistina lîwayên piyade yên ser bi wezaretê destpê kiriye, yekem qonaxa rêkxistinê jî li lîwaya 4 a piyade ve ketiye warê cîhbicîh kirinê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x