Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda hevbeş a Dezgeha Eylûl û Komelya Pêşmergeyên Dêrîn civiya û pirsa dadperwerî di dayîna mûçeyan de ligel wan gotûbêj kir.
Di civînê de raspardeyên Serok Barzanî bo rêkxistina navê Pêşmergeyan û berçavgirtina dadperweriyê di dayîna mûçeyên Pêşmerge hate gotûbêjkirin.
Şanda hevbeş a Dezgeha Eylûlê û Pêşmergeyên Dêrîn jî, gilî, gazind, pirsgirêk û daxwazên xwe ligel komek ji pêşniyaran bo baştirkirina rewş û jiyana Pêşmerge nîşan dan.
Her di wê civînê de, Serok Barzanî tekezî li ser piştevaniya daxwazên Pêşmerge û Dezgeha Eylûlê û Komela Pêşmergeyên Dêrîn kir û da zanîn ku, ti cudahî di navbera Pêşmerge de tune ye, Pêşmerge Pêşmergeyên Kurdistanê ne û ne Pêşmergeyên ti partiyekê ne.
Di beşeke din ya hevdîtinê de biryar hat dayîn, bo çareserkirina pirsgirêkan, civîn ligel Hikûmeta Herêmê û aliyên pêwendîdar were kirin.