Serok Barzanî serdana Mihwera Xazirê kir

Serok Mesûd Barzanî bi armanca pîrozbahiya Cejna Remezanê li Pêşmergeyên serdana Mîhwera Xazirê kir.

06.06.2019, Per - 09:39

Serok Barzanî serdana Mihwera Xazirê kir
Nuçe Belav bike

Îro çarşemê 5/6/2019 di roja duyem a Cejna Remezanê da Serok Mesûd Barzanî bi armana pirsîna rewş û halê Pêşmergeyan û pîrzobahiya Cejna Remezanê serdana Mîhwera Xazirê kir.

Di wê serdanê da Serok Barzanî Cejna Remezanê li hemû Pêşmergeyan pîroz kir. Rewşa Pêşmergeyan a di sengeran da pirsî û ligel wan civiya.

Ji ser tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê Serok Barzanî wêneyên xwe yên ligel Pêşmergeyan li Mîhwera Xazirê jî belav kir û tê da wiha nivîsand: “Îro bi mebesta pîrozkirina cejnê û hêzên Pêşmerge û xizmên wan min serdana Mîhwera Xazirê kir.”

Serok Barzanî di hevdîtina ligel Pêşmergeyan û Fermandarên Pêşmergeyan da behsa rola dîrokî ya Pêşmergyan da di ber azadiya Kurdistanê da anî ziman. Herwiha rêz û hurmetên xwe bo Pêşmergeyên bo xaka Kurdistanê şehîd bûne derbirî û qehremaniya wan bilind nirxand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:09:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x