Stephen Townsend: Pêşmerge dê operasyona Hewîce de xwedî rolek mezin be!

Fermandarê Hêzên Hevpeymanan Stephen Townsend ragihand ku, di Operasyona kontrolkirina Hewîce de Pêşmerge dê rolek berçav bilîze.

02.09.2017, Cts - 10:34

Stephen Townsend: Pêşmerge dê operasyona Hewîce de xwedî rolek mezin be!
Nuçe Belav bike

Di civîneke çapemeniyê de Townsend herweha liser rola Pêşmerge di rizgarkirina Mûsilê de jî rawesta, “Pêşmerge di Operasyona kontrolkirina Mûsilê de rolek pêşengiyê list û bi teqandina guleya yekem ve rê ji hêzên Iraqî re vekir. Ez rêzdariya xwe ji bo qurbanîdana Pêşmerge û ji rola wan a pêşeng re diyar dikim”.

Townsend Operasyona Telaferê jî nirxand û got: “DAIŞiyan ku dixwestin birevin, ji alî Pêşmerge ve hatin rêgirîkirin û di navbeyna Hêzên Iraqî û Pêşmerge de ahengiyek baş heye. Pêşmerge rêgirî li DAIŞiyên rêviyayî kir û ew şikandin. Heta niha di navbeyna 130-170 DAIŞî hatin kuştin”.

Operasyona rizgarkirina Hewîce babetek girîng a civîna çapemeniya Townsend bû û ragehand: “Ez naxwazim bi hûrgilî liser Operasyona Hewîce rawestim, lê Pêşmerge dê rolek berçav û girîng bilîze”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:32:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x