Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê nêzîk dibe

Di vê mehê de Pêşmerge vedigerin navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û destpêkê jî vedigerin Kerkûkê.

11.02.2019, Pts - 07:54

Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê nêzîk dibe
Nuçe Belav bike

Parlemanterê ji Firaksiyona PDKê li Parlemantoya Iraqê Beşar Kîkî ji K24ê re ragihand, ew agahdarî hûrgiliyên plana vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî ne û di vê mehê de Pêşmerge vedigerin û destpêkê Pêşmerge vedigerin Kerkûkê û piştre navçeyên din.

Da zanîn jî, Amerîka aliyên navdewletî rijd in li ser vegera Pêşmerge bo wan navçeyan, ji ber ku ew Pêşmerge wek hêzeke aştiyê dibînin û dizanin ku her cihek di destê Pêşmerge de be parastî ye.

Ji aliyê xwe ve, parlemanterê berê yê PDKê li Parlemantoya Iraqê Şaxwan Ebdula ji K24ê re aşkere kir, berpirên Amerîkî ligel pêkhateyên Kerkûkê civiyan û di civînê de Amerîkiyan behsa pêwîstiya vegera Pêşmerge bo Kerkûkê û derdora wê kirin.

Vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûye rojeva germ a Herêma Kurdistanê û Bexdayê. Çend fermandarên her du aliyan jî ew pirs piştrast kirine, lê ta niha mîkanîzma veger û erkê hêzên Pêşmerge nehatine diyarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1024 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:06:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x