Viyan Dexîl: Divê tevgera heşdî şeibî di bin çavdêriya Pêşmerge de be!

Heşdî şeibî daxuyanî daye ku piştî temambûna erkê wan li navçê namînin

05.06.2017, Pts - 14:05

Viyan Dexîl: Divê tevgera heşdî şeibî di bin çavdêriya Pêşmerge de be!
Nuçe Belav bike

Nûnera êzdiyan li encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku heşdî şeibî hatiye agahdar kirin ku piştî temambûna operasyonê divê Şingalê vala bikin û pirsgirêkan bo navçeyê ava neken.

Endama encûmena nûnerên Iraqê û nûnera êzdiyan Viyan Dexîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew navçeyên ku naha heşdî şeibî lê ye, li gor rêkeftinê ye, em naxwazin heşdî şeibî li wan deveran bimîne, me ji wan re gotiye ku ew deverane navçeyên Kurdistanê ne, piştî temam kirina operasyonê divê ji wan deveran derkevin, ji ber ev deverane sînorê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê ne, bo pêşerojê jî her tevgereke we hebe divê di bin çavdêriya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de be.

Herwaha got: ‘’Heşdî şeibî ji bo me ragehand ku piştî temambûna erkê wan li navçeyê namînin, me jî gote wan heta li vê deverê ne, divê girêdayî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê ve tevgerin.’’

Viyan Dexîl got: ‘’Li ser wan navçeyane , hêzên hevpeyman me bi hûrgilî agahdar kirine û ew rêkeftin di bin çavdêriya hêzên hevpeyman de hatiye kirin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1573 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:29:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x