Wezareta Berevaniya Iraqê bersiva nameyeke Wezareta Pêşmerge nade

Ev dema zêdetir ji sê mehan e komîteya hevahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi mebesta vegerandina Pêşmerge bo navçeyên nakokî li ser hene û encamdana operasyonên hevbeş civiyan.

18.06.2019, Sal - 07:52

Wezareta Berevaniya Iraqê bersiva nameyeke Wezareta Pêşmerge nade
Nuçe Belav bike

Berpirsên Wezareta Pêşmerge dibêjin, Bexda bersiva daxwaziyên wan bo encamdana civînên hevbeş nade.

Di nameyekê de bo Wezareta Berevaniya Iraqê, Wezareta Pêşmerge bi pêwîstî dizane ku di zûtirîn dem de valahiya di navbera Artêşa Iraq û Pêşmerge de bê dagirtin.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Hêzên Amerîka li Iraqê bi fermî daxwaz ji wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê kiriye ku pêwîste li ser navçeyên nakokî li ser, kar bikin.

Demeke Wezareta Pêşmerge daxwazê ji Iraqê dike daku bicivin û hevahengiyê zêde bikin bo rûbirûbûna çalakiyên DAIŞê li navçeyên cihê nakokiyê wek berî sala 2014an, lê wek berpirsên Wezareta Pêşmerge dibêjin, Bexda bersivê nade. Civîna dawî ya navbera Komîteya Bilind a Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser mijarê meha Sibata îsal hat kirin.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Me nivîsa fermî şandiye ji Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re. Me amadebûna xwe bo civînê aniye ziman. Divê hevahengî û karê hevbeş hebe. Heta niha Bexdayê bersiv nedaye."

Derbarê naveroka nameyê de Serbest Lezgîn got: "Ji bo rêgirtin li serhildana DAIŞê, divê em bi hevbeşî ewlekariya navçeyan biparêzin û operasyonên hevbeş bikin. Ji ber şiyana dezgehên Iraqê nîne bêyî Pêşmerge wan navçeyan kontrol bikin. Kiryarên çend mehên borî yên DAIŞê li derveyî xeta Pêşmerge û li sînorê hêzên ewlekariyê yên Iraqê hatine kirin."

Wekîlê Wezareta Pêşmerge got: "Di xalên serekî yên rêkeftina navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de rûpêvek hatiye kirin. Cihên Pêşmerge lê ne û cihên hêzên Iraqî lê ne hatine diyarkirin. Cihên valahiya ewlekariyê jî lê heye hatine destnîşankirin daku bi hevbeşî bên tejîkirin. Lê ew pirs wek xwe maye û Bexdayê bersiv nedaye."

Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li ser pêkanîna 5 komîteyên navçeyî li Diyale, Kerkûk, Xurmatû, Mexmûr û Mûsilê gehiştine rêkeftinê û herwiha Komîteyeke Bilind a Hevahengiyê jî hatiye pêkanîn.

Biryarderê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Herkî derbarê mijarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axifî û got: "Ew Komîteya Bilind a di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebû, her maye. Ji Diyale heta bi rojhilatê Neynewa komîteyên navçeyî hatine pêkanîn."

Nasir Herkî got: "Li gor şopandina me ya derbarê wê pirsê de, desthilata tam a fermandarên operasyonan heye daku ligel Pêşmerge operasyonên hevbeş bikin. Ji Mexmûr heta bi Kifrî hinek valahiya emnî heye, her dema pêwîst bike Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re operasyonên hevbeş dikin."

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, hêzên Amerîkayê li Iraqê bi fermî daxwaz ji Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê kirine ku divê li navçeyên cihê nakokiyê, bi hev re kar bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1080 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:48:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x