Wezareta Pêşmerge: Êrişa DAIŞê hat têkbirin

Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragihand, li sînorê Guleco ya Germiyanê çekdarên DAIŞê êrişî ser fewceke lîwaya 3 kir û ew êrişa DAIŞê hatiye têk birin. Herwiha Wezareta Pêşmerge dibêje, “Daxwaz ji hevpeymanan dikin, piştevanî û hemahengiya li gel Wezaret û Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin.”

05.12.2019, Per - 05:46

Wezareta Pêşmerge: Êrişa DAIŞê hat têkbirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku çekdarên DAIŞê îro daneê êvarî li Gulecoya ser bi Germiyanê ve êrişî fewceke lîwaya 3 a Hêzên Pêşmerge kirine.

Hatiye ragihandin ku Hêzên Pêşmerge jî demildest bersiv dane û ew êrişa DAIŞê têk birine û herwiha hatiye diyarkirin, “Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku Hêzên Pêşmerge ji bo parastina xelk û xaka Kurdistanê, ji bo jiholêrakirina teror û terorîstan, her tim di amadebaşiyê de ye.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di heyamên bihorî de me gelek caran hişyarî dan ku DAIŞ li navçeyên ciyawaz ji nû ve serî hildide. Ev êrişa îro jî hişyariya me ya bo raya giştî û hevbeşên me yên hevpeymanê, rast derdixe.”

Wezareta Pêşmerge herwiha di daxuyaniya xwe de bang li hêzên hevpeyman kir ku hemahengî û piştevaniya xwe ya bo Hêzên Pêşmerge zêdetir bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 990 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:54:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x