Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanên Nêvdewletî çaksazîya Hêza Pêşmerge dinirxînin

Komîteya bilinda Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpemanan nirxandina pêşhatên dawîyê û pirojeyên çaksazîya Pêşmereg kirin.

06.05.2019, Pts - 06:04

Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanên Nêvdewletî çaksazîya Hêza Pêşmerge dinirxînin
Nuçe Belav bike

Evro bi serperiştî ya Kerîm Şengarî, wezîrê Pêşmerge bi wekalet, civîna asayî ya komîte ya balaya wezareta Pêşmerge li gel hêzên Hevpeyamanan, Borda Çaksazîyê û rêvebrîya çaksazî ya ser bi wezaretê li bajarê Hewlêr birêve çû.

Di civînê de nirxandin hat kirin bo dawîn pêşhatan û piroje yên çaksazîya Pêşmerge. Hevdem nivîsîngeh a hevahengî ya asayîşa hevpişk raportek pêşkeş kirin li ser alîkarî yên wan bo hêza Pêşmerge û sozdan berdewam bin li alîkarîkirin ên xwe bo hêza Pêşmerge.

Di dawî ya civînê de, biryar hatedan di meha Tîrmeh a dahatî de civîneka dî ya bala encam bidin bo pêşvebirin a pirograma çaksazî ya Wezareta Pêşmerge.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 922 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:51:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x