Wezareta Pêşmerge û Wezarera Berevaniya Iraqê mijara navçeyên Kurdistanî gotûbêj kirin

Lijneyên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevaniya Iraqê li Hewlêrê civiyan û mijarên wek asayikirina peywendiyên di navbera herdu aliyan de û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gotûbêjkirin.

05.02.2019, Sal - 08:31

Wezareta Pêşmerge û Wezarera Berevaniya Iraqê mijara navçeyên Kurdistanî gotûbêj kirin
Nuçe Belav bike

Do Duşemê (04.02.2019) lijneyên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Berevaniya Iraqê li Hewlêrê civiyan. Wezîrê Navxweyê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî pêşwazî li şandeke ji Wezareta Berevaniya Iraqê kir ku ji Cîgirê Serfermandarê Iraqê Ferîq Rukin Ebdulmîr Reşîd Yarallah û çend berpirsên din ên ji wezaretê.

Di hevdîtinê de rojev asayikirina peywendiyên di navbera herdu aliyan de û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûn.

Derbarê vê hevdîtinê de Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku “Di civînê de peywendiyên dualî hatin nirxandin û li ser rewşa Iraqê û li ser geşedanên li herêmê gotûbêj hatin kirin. Herwiha bi hurgilî li ser rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gotûbêj hat kirin.”

Hewiha hat diyar kirin ku di hefteya pêş de lijneya hevbeş dê çend civînan pêk bînin û xebatên xwe ji bo asayikirina peywendiyên bidomîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1032 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x