Wezareta Pêşmerge: Amerîka 200 milyon dolar dide Pêşmerge

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê dibêje, Amerîka dê 200 milyon dolar bide Pêşmerge bo dabînkirina çek û pêdiviyên serbazî.

18.06.2017, Paz - 10:43

Wezareta Pêşmerge: Amerîka 200 milyon dolar dide Pêşmerge
Nuçe Belav bike

Berpirsê pêwendiyên Wezareta Pêşmerge Hejar Omer ji BasNewsê re got, Amerîka razî bûye 200 milyon dolar ji wî pereyê ku dê bide Iraqê, bigihê Pêşmerge. Li gorî rêkeftina par ya navbera Amerîka û Iraqê, Amerîka dê 2 milyar û 700 milyon dolar bide Iraqê bo dabînkirina çek û pêdiviyên şer.

Hejar Omer da zanîn ku bi wî pereyî dê du tabûr pêşmerge bên perwerdekirin û pêdiviyên wan yên serbazî bên dabînkirin.

Li ser pirotokola hevkariyê ya Hewlêr û Waşingtonê de jî wî berpirsê Wezareta Pêşmerge got, li bara vê pirotokolê de di demek nêzîk de emê mizginiyeka xweş bidin gelê Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:28:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x