Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek li dijî gotinên Ebdaî belav kir

Di daxuyaniya wezareta Pêşmerge de hatiye: "Mixabin ji bo serokwezîrê welatekî, ku êrîşkirina ser xelkê welatê xwe li gel serkeftina bi ser terorê wek hev dibîne û bi hevra girê dide."

08.12.2017, Cum - 09:56

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek li dijî gotinên Ebdaî belav kir
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge ragihand, Ebadî dagîrkirina serbazî û êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê, kuştin û mişextkirina xelkê Kerkûk û Xurmatû û navçeyên din, talankirin û teqandina malên Kurdan ji aliyê hêzên Iraqî ve, weke serketineke mezin binav dike û wê yekê li gel serketina bi ser DAIŞê hevber dike.

Wezareta Pêşmerge dibêje, Ew serketinên Ebadî serfiraziyê bi wan dike, bi şehdebûna hemû cîhanê, heger Pêşmergên Kurdistanê nebana, wê ti carî hêzên Iraqî nikarîbana zora çekdarên wê girûpê bibin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, ku roja 6 vê mehê, di daxuyaniyeke neberpirsane de bi helkefteke Hizba De'iwe ya Islamî de, Heyder Ebadî êrîş û dagîrkirina hêzên Iraqê ji bajarê Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî re, wek serketrineke mezin dibîne û li gorî Ebadî ew yek nekêmî serketina li dijî DAIŞê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1507 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:47:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x