Hevserokê Konseya Birêveber a KCKyê Cemîl Bayik anî zimên ku wan nameyeke ji Abdullah Ocalan wergirtiye û diyar kir ku şertê wan tenê ew e ku Ocalan bi awayekî azad bixebite.
Cemîl Bayik bersiv da pirsên BBC Farsiyê yên li ser banga Abdullah Ocalan û pêşhatên pêvajoya çareseriyê.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê got, "Rêber Apo, hertim bi zelaltî aniye zimên ku ew dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî, demokratîk û hiqûqî dûrî şiddetê were çareserkirin."
“Turgut Ozal jî dixwest Pirsgirêka Kurdan çareser bike”
Bayik amaje pê kir ku Ocalan vê biryarê di rewşa îroyîn de negirtiye û ew navbeynkariyê dike, wî bi bîr anî ku di dema Turgut Ozal de jî pêvajoyeke bi vî rengî hebû.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê amaje bi hewlên Ozal ên çareseriyê kir û wiha domand:
"Siyaseta dewleta Tirk, înkara nasanameya Kurdî û komkujiya wan bû.
Ev guherînên ku di sala 1993yan de dest pê kirin, bûn sedem ku helwesteke nû derkeve holê ku armanca wê, têkoşîna çekdarî veguheze têkoşîna siyasî.
Armanca wê, afirandina civakeke demokratîk a li ser bingeha ekolojîk û azadiya jinan bû.
Li ser civakên demokratîk ev paradîgma, jiyana hemû netewe û baweriyên cihê li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasî digire nav xwe.
Rêber Apo, banga xwe bi eşkereî aniye zimên. Eger îro ev bang daye ezbenî sedemeke wê heye."
“Li Rojhilata Navîn guherînên mezin çêdibin”
Berpirsê KCKyê Bayik bal kişand ser pêşhatên li Rojhilata Navîn jî û wiha got:
"Ev guherîn û qeyran dewleta Tirk tirsandiye. Dewleta Tirk ji bo ku ji vê rewşa talûke rizgar bibe, neçar maye ku bi Rêber Apo re wekî kesayeteke bibandor tevbigere.
Rewşa Tirkiye û Rojhilata Navîn Tirkiye neçar kiriye ku berê xwe bide Kurdan.
Sermayedarên Cihû û Ereb li hev kirine. Îran û Tirkiye êdî ne xwedî hêza berê ne li Rojhilata Navîn, Tirkiye gelek destkeftên xwe winda kiriye, ji ber vê yekê ditirse.
Helwesta Kurdan guheriye û li qada navneteweyî tê nîqaşkirin. Niha her kes dixwaze Kurdan ji xwe re bikişîne û kî vê yekê bi dest bixe ew dê li Rojhilata Navîn bi ser bikeve."
"PKKyê bi kesî re dan û standin nekiriye"
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê eşkere kir ku PKK ji bo danîna çekan bi kesî re dan û standinanê wiha pê de çû:
"Abdullah Ocalan dixwaze bi birin a doza Kurd ji bo qada siyasî û hiqûqî pirsgirêka Kurdan çareser bike.
Ji bo vê yekê divê dewleta Tirk berpirsyariyê bistîne û gavên pêwîst biavêje. Em napirsin ka Tirkiye di vê pêvajoyê de cidî ye yan na.
Em ciddî ne. Em dixwazin çareseriyeke siyasî ya pirsgirêka Kurdî pêşkêş bikin.
Em dixwazin vê yekê bi rêyên siyasî û hiqûqî çareser bikin. Em dixwazin Tirkiyeyê neçar bikin ku hinek gavan biavêje.
Ha tiştê ku em îro hewl didin bikin ev e. Di navbera me û dewleta Tirk de tu têkilî, hevdîtin û nîqaş çênebûn.
Rêber Apo li Îmraliyê bi wan re diaxive; ji nameyan û daxwazên Rêber Apo tê fêmkirin ku ew di Girtîgeha Îmraliyê de bi rayedarên dewletê re dan û standinan dike.
Naverok û encama van dan û standinan em nizanin lê dewleta Tirkiyeyê li ser siyaseta tunekirina me israr dike.
Rêber Apo her cara ku pêşniyara agirbestê kiriye, wan ew bin pê kiriye û nexwestine ku Pirsgirêka Kurdan çareser bibe.
Çima? Ji ber ku eger Pirsgirêka Kurdan çareser bibe bi sûda wan nabê lê eger şer berdewam bike dê di berjewendiya wan de be"
Di vê rewşê de em çawa dikarin vegerin Tirkiyeyê? Çûna Tirkiyeyê tê wateya ku em bikevin girtîgehê.
Helbet kesek naxwaze girtineke wiha bijî. Eger ev têkilî tunebûya, me dê çima bi salane têkoşîna azadiyê bimeşanda?
Dema ku em derketin çiyayan, me ji şer û çekê hez nedikir. Ji ber ku hemû rêyên demokratîk girtî bûn, em derketin çiyayan û me dest bi têkoşîna çekdarî kir.
Wekî ku min got, şertê me tenê rakirina tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ye ku li ser Rêber Apo tê meşandin da ku ew karibe bi azadî bixebite."
Cemîl Bayik amaje bi pêkanîna kongreyê jî kir û diyar kir ku di bin şert û mercên şer de PKK nikare kongreya xwe pêk bîne û ji bo pêkanîna kongreyê divê operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê rawestin.