Derbarê berpirsê ‘Hêzên Taybet’ ê PKKê de daxuyanî

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandibû ku gerîlayê PKKê Abdulkahar Karasaç ê bi nasnavê “Alîşêr Çiya” ku endamê “Hêzên Taybet” bû jiyana xwe ji dest daye. Ajansa Anadoluyê jî ragihand ku di êrişekê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) de Abdulkahar Karasaç canê xwe ji dest daye.

14.06.2023, Çar - 10:58

Derbarê berpirsê ‘Hêzên Taybet’ ê PKKê de daxuyanî
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGPê roja 11ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand ku Gulana 2022an gerîlayê wan Alîşêr Çiya di encama êrişeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya HPGê, Abdulkahar Karasaç ê xelkê navçeya Gevera Colemêrgê, di sala 2015an de tevlî refên PKKê bûye.

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku di meha Îlona 2022yan de Îzzet Akhan ê bi nasnavê Reşîd Serdar û Îbrahîm Demircan ê bi nasnavê Amed Mayis jî di encama êrişeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve, Ajansa Anadoluyê jî ragihand ku MÎT ketiye pey şopa Abdulkahar Karasaç û di êrişeke MÎTê ya li nav axa Başûrê Kurdistanê de canê xwe ji dest daye.

Li gor nûçeya AAyê fermana êrîşa sala 2017an ya li ber deriyê edliyeya Îzmirê Abdulkahar Karasaç daye ku polîsê bi navê Fethî Sekin û katibê zebtê Musa Can tê de canê xwe ji dest dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:03:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x