Karasu: Eger gav neyên avêtin em nikarin wiha li bendê bimînin

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu li ser pêvajoyê got, "Eeger dîsa gav neyên avêtin, soz neyên bicihkirin, em jî nikarin wiha li bendê bimînin. Tevgera me jî nikare li bendê bimîne."

07.04.2025, Pts - 10:02

Karasu: Eger gav neyên avêtin em nikarin wiha li bendê bimînin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, roja înê piştî nimêjê bersiva pirseke li ser rojevê da û li ser rojevê axivî.

Erdogan gotibû, "Di vê demê de pêvajoya têkildarî Tirkiyeya bêteror li gorî plana me dimeşe. Ti pirsgir tune ye."

Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu, di hevpeyvîna xwe ya Medya Haberê re li ser pirsgirêka Kurdan, banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û pêvajoyê nirxandin kir.

"Em jî nikarin wiha li bendê bimînin"

Karasu li ser dayîna "mafê hêviyê" yê ji Ocalan re got, "Eger sozên wekî mafê hêviyê, guherandina mercên li Îmraliyê, gihiştina Rêber Apo li mercên xebatê yên azad û rihet neyên bicihkirin, em jî nikarin wiha li bendê bimînin.

Tevgera me jî nikare li bendê bimîne. Wê demê em dê bi awayekî cuda binirxînin. Em dê wateya vê nêzîkbûnê eşkeretir û zelaltir bikin."

Karasu anî ziman ku mercên Ocalan neguherîne û wiha got, "Rêber Apo bang kir. Ev banga çi bû?

Bi rastî Devlet Bahçelî gotibû, 'Bila bang bike, li ser fesixkirina rêxistinê, li ser sekinandina şer bang bike.'

Wî lê zêde kiribû, 'Bila bang bike, wê demê mafê hêviyê jî dikeve dewrê.' Rêber Apo banga kir.

Him di asta ku xwe fesxikirina rêxistin, him jî di asta ku sekinandina têkoşîna çekdarî de bang kir.

Lê wî got ku divê ji bo vê kongreyek were lidarxistin û divê ew vê kongreyê bi rê ve bibe.

Erê, ev mijar li Îmraliyê hatine nîqaşkirin û nirxandin. Besê (Hoza) û hevalê Ebas (Duran Kalkan) jî bal kişand ser vê.

Di nava hefteyekê, deh rojan de mercên Rêber Apo dê biguherîna li gel bangê. Lê ti gav nehat avêtin."

"Me hêvî dikir ku gav bên avêtin"

Mustafa Karasu di berdewamiya axavtina xwe xwe de wiha got:

"Wê demê, em dê bi çi bawer bikin? Hat gotin ku bang were kirin, mafê hêviyê dê bikeve dewrê.

Bang hat kirin, mafê hêviyê neket dewrê. Hat gotin ku mercên li Îmraliyê dê biguherin, neguherin.

Hat gotin ku Rêber Apo dê bigihîje mercên xebatê yên azad û rihet, ev jî çênebû.

Ev rewş bê guman li ser armanc û hesabên desthilata AKP-MHPyê gumanên mezin çêdike.

Mijarên wekî pirsgirêkeke mezin a pirsgirêka Kurdan, bêdengkirina çekan, fesixkirina rêxistinê...

Ev ne tiştên hêsan in. Ew bi xwe dibêjin ku 50 sal in ji bo dewleta Tirk bûne pirsgirêk.

Demirel jî digot 'Sserhildana herî mezin hezar salî'. Ma dê wiha nêzîk bibin?

Yanî ne rewşek e ku mirov bi berjewendiyên teng, hêsan û asayî yên partiyan lê nêzîk bibe.

Ji ber vê sedemê me jî hêvî dikir, Rêbertî jî hêvî dikir. Me hêvî dikir ku gav bên avêtin, me hêvî dikir ku hevdîtin berdewam bikin.

Çi bû? Heyetên naçin. Ev jî di rastiyê de wek demsorkirin û rawestandinê tê xuyakirin. Wek li gorî rewşê tevgeriyan...

"Gavneavêtin gumanan zêdetir kirine"

Di rastiyê de li holê sozên hatine dayîn hene. Him peyvên Bahçelî, him jî peyvên curbicur ên li Îmraliyê hene.

Ev nayên bicihkirin. Di vê rewşê de dê çi bibe? Em dîsa bi sar û seqemî tevdigerin. Rêbertî jî sar û seqem e, bi sebir nêzîk dibe.

Lê sînorek heye. Nabe ku mirov wiha nêzîkî partî, rêber û rêxistina gelekî bibe."

Ev helwesteke ne cidî ye. Ti qîmeta peyvan namîne. Ew bi xwe dibêjin 'Bila bilez be!', digotin 'Em encameke lezgîn bistînin'.  Kanê li ku? Ji vî aliyî ve bi rastî rewşeke gumanlêkirî ye.

Me jî ji destpêkê ve gotibû ku gumanên me derbarê nêzîkbûna dewleta Tirk de hene. Gavneavêtin ev guman zêdetir kirin.

Erê, dibe ku hinekî din jî bê sekinandin, li pêvajoyê bê nêrîn.

Lê eger dîsa gav neyên avêtin, soz neyên bicihkirin, em jî nikarin wiha li bendê bimînin.

Tevgera me jî nikare li bendê bimîne. Wê demê em dê bi awayekî cuda binirxînin. Em dê wateya vê nêzîkbûnê eşkeretir û zelaltir bikin."

"Derbarê mafê hêviyê de Dadgeha Ewropayê got, 'bicih bîne'"

Karasu, nîqaşên li ser pêwîstiya guherandina qanûnên ji bo mafê hêviyê bi bîr xist û got:

"Evqas gotin 'qanûn' wek tinazkirinê ye. Dibêjin 'Di qanûnên me de tune'. Çi bûye, 'mafê hêviyê di qanûnan de tune!'

Tirkiye di nava Konseya Ewropayê de welatek e, qebûl kiriye ku qanûnên Yekîtiya Ewropayê ji qanûnên xwe bi rûmettir in, qebûl kiriye ku qanûnên navneteweyî di ser destûrê re ne.

Jixwe derbarê mafê hêviyê de Dadgeha Ewropayê got, 'bicih bîne'. Gelek berê jî gotibû.

Ji vî aliyî ve 'qanûn' û tiştekî wiha tune. Eger bixwazin dê zû bikin. Kîjan qanûn dê rê li ber bigire?"

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:15:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x