Karayilan: Di navbera Demirtaş û HPGê de cudahiya ramanê heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan, li ser berteka hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş a piştî bûyera êrîşa li Mêrsînê jî ku HPGê berpirsiyariya wê qebûl kir, ragihand ku di navbera Demirtaş û HPGê de cudahiya ramanê heye lê nakokî tune ye.

22.12.2022, Per - 10:02

Karayilan:  Di navbera Demirtaş û HPGê de cudahiya ramanê heye
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya nêzîkî PKKê, Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan di hevpeyvînekê de ji kanala KNN re li ser hin mijarên di rojevê de axiviye.

Li ser pirsa ‘piştî çalakiya HPGê ya Mêrsînê hat dîtin ku di navbera Selahattîn Demîrtaş û HPGê de nakokî derketiye. Ev nakokî ye an cudahiya ramanê ye?’ Murat Karayilan got, “Na, ne nakokiyek e. Dibe ku di hin mijaran de nêrînên cuda hebin, lê nakokî tune. Selahattîn Demîrtaş jî keda vê têkoşînê ye, parçeyek ji wê ye. Jixwe ew jî xwe wisa dibîne. Ji ber vê yekê ev civak pir mezin e; Dibe ku cudahiya raman hebin, lê ji bo doza azadî û demokrasiyê dê her tim yekîtî hebe. Ez dikarim bibêjim ku di vê çarçoveyê de ti nakokî tune.”

Teqez dê êrîşî Rojava bikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan di berdewamiya vê hevpeyvînê de tekez kir, ku Tirkiye dê teqez êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Murat Karayilan amaje bi êrîşên Tirkiyê bo ser navçeya Zapê kir û diyar kir, dixwestin bi vî awayî biçin hilbijartinên pêşwext, lê nekarîn. Bi ser neketin, lewma berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:26:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x