KCK: Divê YNK ji rêbaza Mam Celal dernekeve

KCKê derbarê girtina baregahên Tevgera Azadî de beyannameyek belav kir û daxwaz ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku dest ji van karan berde û ji rêbaza Mam Celal dernekeve.

30.11.2018, Cum - 12:03

KCK: Divê YNK ji rêbaza Mam Celal dernekeve
Nuçe Belav bike

Hevserokatiya Konseya Rêvebirina Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derheqa girtina baregahên Tevgera Azadî de beyannameyek belav kir û da zanîn ku baregah bi zexta hikûmeta Tirkiyê hatine girtin û daxwaz dike YNK dîroka xwe reş neke, dest ji van karan berde û ji rêbaza Mam Celal dernekeve.

Di beyannameyê tê gotin ku niha ji hemû demekê zêdetir pêdiviya Kurdan bi yekrêzî, tebayî û demokrasiyê heye, lê li Başûrê Kurdistanê dûrê prensîpên exlaqî, yasayî û siyasî baregahên Tevgera Azadî tên girtin ku qet nayê qebûl kirin.

Daxuyaniya KCKê amaje bi wê yekê dide ku eger biryar bi navê desthilatê jî hatibe dayîn, lê li devera jêr kontrola YNKê hatiye kirin, YNK cîbicîh dike û wiha tê gotin: "Lewra ti peywendiya vê biryarê bi yasayan ve nîne. Herwiha peywendî bi siyaseta Başûrê Kurdistanê û Iraqê ve jî nîne. Li ba hemû kesî eşkere ye ku Tirkiyê guşar xistiye ser PDK û YNKê û ew jî cîbicîh dikin. Ev yek jî îspat dike ku îradeya wan aliyan bi ajendeyên derve ve girêdayî ye. Siyasetnekirin di çarçoveya prensîpên yekîtiya neteweyî û siyasetkirin di jêr zexta hêzên derve de bûye xaleke lawaz a serekî."

KCK daxwazê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dike ku dest ji van hewldanên xwe berde, rêbaza Mam Celal peyrew bike, behayên karên xwe yên siyasî li ber çav bigire, eger na zerar digihe YNKê bi xwe û dîrok herdem dê wan wek xirab û dijminê Kurd binasîne, ne tenê li bakur lê li her çar parçeyên Kurdistanê wek cîbicîkarê ajende û xwesteka dagîrkariya Tirkiyê tê nasîn ku siyaseya dijî Kurdan peyrew dike.

Herwiha tê gotin ku ev dijayetîkirina han ku bo berjewendiyeke demkî û çend rojî ye, ne tenê zerarê dighîne YNKê, lê zerareke zêde dighîne gelê Kurd jî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:44:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x