KCKê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de helwesta xwe aşkere kir

KCKê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Sêyem şerê cîhanê ku navenda wê Rojhilata Navîn e, berfirehtir bûye.”

06.01.2020, Pts - 09:16

KCKê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de helwesta xwe aşkere kir
Nuçe Belav bike

Koma Civakê Kurdistanê (KCK) derbarê kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve daxuyaniyek belav kir.

KCKê di daxuyaniya xwe de amaje bi şer û pêşhatên li Rojhilata Navîn kiriye û diyar kiriye ku li navçeyê krîzeke kûr dest pê kiriye û ne dewletên herêmî û ne jî hêzên navdewletî ne xwedî nexşeyekê ne bo çareserkirina vê krîzê û herwiha ragihandiye, “Ji xwe yên ku çavkaniya pirsgirêkan in ne mumkin e pirsgirêkan çareser bikin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de KCK, Qasim Sulêymanî weke girîngtirîn kesayetê siyasî û leşkerî yê Îranê bi nav kiriye û diyar kiriye ku kuştina wî, ev krîz û rewş careke din raxistiye ber çavan. KCK dibêje, “Piştî ku şerê DAIŞê li navçeyê bi dawî hat, hêzên li pey serweriyê dest bi şerê hev kirine. Vê yekê jî sêyem şerê cîhanê yê li navçeyê girantir û berfirehtir kiriye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ferzkirin û destwerdanên derve pirgirêkên li Rojhilata Navîn girantir dikin û hatiye diyarkirin ku ev jî dibe sedema êşên zêdetir. KCK dibêje, “Kuştina Qasim Sulêymanî û Mehdî El Muhendis bi suîqestê, nîşan dide ku heyama bê dê ji bo gelan zor û zehmet be.” Hatiye gotin jî, şer û êrişên di navbera hêzên navçeyî û navdewletî de li dijî hev zêdetir, li dijî xelkê navçeyê ne.

KCK di daxuyaniya xwe de destwerdana derve red dike û dibêje bêyî îrdadeya xelkê ti pirsgirêk çareser nabin û aştî û aramî li navçeyê bicih nabe.

Di daxuyaniya xwe de KCKê gotiye, “Dewleta Tirk çawa ku ji şer û rageşiyên heta niha sûd wergirtiye, hewl dide sûdê ji şer û suîqesta dawî jî werbigire û di atmosfereke wiha de êrişan bibe ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê.” KCK daxuyaniyên Tirkiyê yên bo asayî û aramkirina rewşê dûr ji rastiyê dibîne û dibêje, “Berevajî, kêfa wê ji destwerdanên derve û suîqestan re tê, ji ber ku êriş, dagirkerî û sûîqestên wê asayî dikin.”

KCK bidawîkirina aloziyan û têkbirina destwerdanên derve girê dide bi xurtkirina ‘biratiya gelan’ û sîstema ‘netewa demokratîk’ û diyar dike ku tenê dewletên demokratîk xwedî wê şiyanê ne ku destwerdanên derve pûç bikin.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, roja Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1875 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:33:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x