Ocalan behsa "yekparçeyiya" Sûriyê kir

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan îro naveroka civîna ligel Ocalan ji raya giştî ra aşkere kirin. Di nameya Ocalan da dihête dîtin ku Ocalan behsa çareseriya rewşa Sûriyê dike û bo çareseriyê pirsa Sûriyê jî behsa parastina yekparçeyîya xaka Sûriyê dike.

06.05.2019, Pts - 16:16

Ocalan behsa "yekparçeyiya" Sûriyê kir
Nuçe Belav bike

Îro danê sibehê parêzerên Ocalan aşkere kirin dan di 02. 05. 2019an da ligel Ocalan hevdîtineke pêk anîne û Walîtiya Bûrsayê jî rê li ber wan vekiriye ku biçin serdana Ocalan bikin. Parêzerên Ocalan Faîk Erol, Newroz Uysal û Rezan Sarica beyannameya Ocalan û sê zindaniyên din ê PKKê ya ji Îmralî anîne li Stenbolê ji rayagiştî ra aşkere kirin.

Di beyannameya Îmraliyê da peyama Ocalan a derbarê Sûriyê derket pêş. Di peyama xwe de Ocalan behsa parastina yekparçeyiya Sûriyê kir û wiha gotiye: “Em bawer dikin ku di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de jî pirsgirêkên Sûriyê jî bi çanda pevçûnê dûr, li gel wê pêgeha ku tê de ne, rewş dikare di nav yekparçeyîya Sûriyê de li ser bingeha misogeriya destûra bingehîn, bi perspektîfa demokratîk ve pêwîste çareseriya wê bibe armanc. Li ser vê bingehê hessasiyetên Tirkiyê jî divê li berçav bên girtin.”

Gotinên Rêberêm PKKê Abdullah Ocalan di demekê da ye ku Berpirsê Peywendiyên Derve yên TEV-DEMê Salih Muslim û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Kobanî beriya bi çend rojan aşkere kiribûn Amerîka di navbera wan û Tirkiyê da navbeynakariyê dike.

Herwiha berpirsên Tirkiyê derbarê navbeynakariya Amerîkayê ya di navbera HSD- YPG û Tirkiyê da ti daxuyanî belav nekiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad