Berpirsê Bilind yê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) êrîş dike ser Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) û radgehîne ku, êdî ew ti sînoran nasnakin û dê êrîşî baregehên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê û hevpeymanê wê bikin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, di hevpeyvîna xwe li gel ajansa nêzîkî PKK Ajansa Nûçeyan a Firatê de, bi awqayek vekirî gefan li herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê dike.
Wî berpirsê bilind yê PKK wiha jî got:PKK heta niha nexwestbû şer li Herêma Kurdistanê bike, lê niha rêgrî nema, Tirkiyê di bordûmana gelê Kurde ti sînoran nasnake, lewma em jî dê êrîşî pêgehên Tirkiyê li başurê Kurdistanê bikin, herîma Kurdistan jî wê bibe meydana şerê me û emê êrîşê bikin ser pêgehên aborî mebest boriyên petrol Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê.
Berî niha PKK êrîşî boriya petrolê ya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê û ziyaneke mezin gihandibû aboriya Herêma Kurdistanê.
Herwiha berî niha wî berpirsê PKK di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Sefîr a Lubnanî ragehandibû ku, li cem wan azadî ji serxwebûnê giringtir e, bi rêya demokrasiyê wê hemû mafê xwe cîbexîbikin, lewma berî serxwebûn û cudabûna ji Tirkiyê kar bo demokrasiya Tirkiyê dikin.
Derbarê rejîma Beşar Esed Altûn diyarkir ku, PKK derbarê wan hemû tiştên berî niha Şamê ji wan re kiribû wefadare.
Herwiha derbarê dewleta Kurdî wî berpirsê PKK dijayetiya xwe bo dewletî Kurdî anîbû ziman û ragehandibû ku, damezrandina dewleta Kurdî ziyan û pirsgirêkan zêde dike.