PKKê teqînên Rihayê li xwe girtin

PKKê aşkere kir ku êrîşên ser Tûgaya 20. Ya Fermandariya Zirxî ya Rihayê ji aliyê hêzên wê vah atine encam dan.

17.11.2019, Paz - 07:18

PKKê teqînên Rihayê li xwe girtin
Nuçe Belav bike

Yekîneyên Tolhildanê ku ser bi PKKê va ye teqînên şeva 13ê Mijdarê ya cebilxaneyê ya li 20. Fermandariya Tûgeya Zirxî ya artêşa Tirkyêa li bajarê Rihayê ji aliyê wê va hatiye pêkanîn.

Ligor medyaya PKKê Yekîneyên Tolhildanê ya daxuyaniyek nivîskî wiha ragihandiye: “Li Rihayê depoya cebilxaneyê ya 20. Fermandariya Tûgaya Zirxî ya artêşa Tirkiyê 13ê Mijdarê saet derdorî 22:30a ji aliye Yekîneya Tolhildanê ya Aynûr Deda-Delal Amed ve hatiye îmhakirin.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da hatiye ragihandin ku teqîn ji du nuqteyên cuda ve li ser hev 19 leşker hatine kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê din Parêzgarê Rihayê Abdullah Erîn aşkere kiribû ku ji ber du teqînab di cebilxaneyê da 14 serbaz birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku ew lêkolînê derbarê wan teqînan da dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:59:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x