Rêxistina mafê mirov: Grubên ser bi PKKê zarokan çekdar dikin

Rêxistina navnetewî ya mafê mirovan rexne li bikaranîna zarokan a di şer de li Iraqê kirin û ragehand, ku çekdarên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê zarokan çekdar dikin.

22.12.2016, Per - 06:51

Rêxistina mafê mirov: Grubên ser bi PKKê zarokan çekdar dikin
Nuçe Belav bike

Li gor beyanameya rêxistina mafê mirovan (Human Rights Watch) îro 22.12.2016ê belav kir, pêwîste PKK çekdar kirina zarokan rawestîne û rêveberên xwe agahdar bike ku, bikaranîna zarokan di şer de tewana şer e.

Human Rights Watch amaje bi vê yekê jî kiriye ku nûnerên wan li du gelek zarokên Şingalê de çûne û derketiya ku beşek ji wan ji eniyên şer re hatine rêkirin û beşek ji wan jî zîrevanî bi wan tê kirin, yan jî hatine çekdar kirin.

Herwaha aşkera kir li ser 9 zarokan têbîniyên wan heye ku, hêzên parastina gel (HPG)ê ew çekdar kirine, lê çar zarok ji wan revînê û ji rêzên HPGê qut bûne.

Human Rights Watch bikaranîna zarokên bin 15 saliyê di hêzên dewletê de wek tewanê şer tomar dike, lê ji bo tevgerên çekdar ên opozîsyonan pêwîst dizane ku çekdar ji 18 saliyê kêmtir nebin, eger na ew tevger an jî grub rastî tometa pêkanîna tewanê şer dê bibe.

Rêxistina mafê mirov amaje bi vê yekê jî kir ku di sala 2013, 20 keç û kur bin temenê 18 saliyê ji bajarê Helebçê ve çûne nav rêzên PKKê û 38 zarokên din jî di heman salê de ji rêzên PKKê revîne û vegeriyane malênn xwe.

Di beyanameyê de tê gotin, çekdarên PKKê li navçeya serdeşta Şingalê û di meha sibata borî de, gerîllayên HPGê li keçeke gerîllaya 13 salî dane, ku ji ber hewl daye bireve.

Rêxistina mafê mirov ragehand, ku têbiniya wan ji bo 20 zarokên di nav rêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ)ê, ku milîsên ser bi PKKê ne û dibistanekî navendî ya Qur’anê wek binkeyekî leşkerî ji xwe re bikartînin.

Herwaha di beyanameyê de beşek ji wan zarokên ku çûne nav rêzên milîsên YBŞê, ku temenê wan jêr 15 saliye û hikûmeta Iraqê jî çek û mûçe ji bo wan dabîn dike û wê yekê jî di çarçoveya budceya milîsên heşdî şeibî de pêktîne.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 2724 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:10:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x