Teqîna li Enqereyê: HPGyê daxuyanî da

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê PKKyê yê çekdarî ye, li ser teqîna li Enqereyê daxuyaniyek da.

01.10.2023, Paz - 18:21

Teqîna li Enqereyê: HPGyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Li gorî daxuyaniyê “Rojhat Zîlan” û “Erdal Şahîn” ev êriş pêk aniye.

Herwiha hat ragihandin ku ev êriş ji bo “Axîn Mûş”ê hatiye kirin.

Hulya Demîrera bi nasnavê “Axîn Mûş”, li Amedê canê xwe ji dest dabû.

HPGyê di daxuyaniya xwe de cih da van îfadeyan:

Îro derdora saet 09:30î de tîmeke me ya girêdayî Tabûra Nemiran li dijî avahiya Wezareya Karên Navxwe ya Tirkiyeyê çalakiyeke fedayî pêk anî.

Ev çalakî bi taybet di roja vekirina Meclîsê de, li cihekî nêzî Meclîsê hat kirin. Wekî ku dihat plankirin bêyî astengî pêk hat. Ev çalakiya fedayî gihişt armanca xwe.”

Îro li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek hatibû kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 484 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:56:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x