YPS-Jin kuştina Cîgirê Serokê Licê yê AK Partiyê li xwe girt

Yekîneyên Parastina Sivîlan a Jinan (YPS-JIN) Serokê Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan li xwe girt.

03.07.2017, Pts - 12:30

YPS-Jin kuştina Cîgirê Serokê Licê yê AK Partiyê li xwe girt
Nuçe Belav bike

YPS-Jin ku tê gotin hêzêk bi ser PKKê ve derbarê kuştina Serokê Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan de daxuyanî da.

YPS-Jin îdia dike ku Orhan Mercan “ajantî ji dewletê re dikir û fuhûş dixist nava ciwanan.”

Di daxuyaniya YPS Jinê de wiha hatiye gotin:

"Şeva 30ê Hezîranê, tîmeke me ya YPS Jinê ya bi navê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Berfîn, li navenda Licê kesê bi navê Orhan Mercan ku alîkarê serokê AKPê yê navçeya Licê bû, ceza kir.”

Orahan Mercan zewîcî bû û bavê 4 zarokan bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2021 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:30:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x