Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Gulan li hejmara xwe ya tora civakî nivîsî: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevpareke girîng a ewlekarî û aborî ya Herêma Kurdistanê ye û em jî kar ji bo bihêztirkirina wê hevparê dixebitin."
Roja Şemiyê, 17ê Gulana 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser vexwendineke fermî ya hikûmeta Amerîkayê, bi serokatiya şandeke bilind gihiştibû Waşingtonê.
Peymanên Enerjiyê yên Stratejîk
Di çarçoveya serdanê de, li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di merasîmekê de du rêkeftinên di warê enerjiyê de bi nirxê 110 milyar dolarî, di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herdu kompanyayên Amerîkî yên petrolê HKN Energy û Western Zagros de hatin îmzekirin. Ev peyman weke gaveke girîng ji bo pêşxistina sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê û zêdekirina veberhênanê têne dîtin.
Beşdarbûna Korbenda Enerjiyê
Her di çarçoveya vê serdanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 22ê Gulana 2025an, li Waşingtonê beşdarî gotûbêjeke taybet a Korbenda Enerjiyê dibe. Gotûbêj bi navê "Pêşeroja Enerjiyê li Herêma Kurdistanê" ye û tê de Serokwezîr Barzanî dê nêrîn û dîtinên Herêmê ji bo pêşxistina sektora enerjiyê û derfetên veberhênanê pêşkêş bike.
Ev korbend ji aliyê Enstîtuya Al-Monitor ve tê organîzekirin û tê payîn ku Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê ligel gelek pispor, lêkolîner û dîplomatkarên navneteweyî beşdarî wê bibin. Ev beşdarbûn derfeteke girîng e ji bo Herêma Kurdistanê ku polîtîkayên xwe yên enerjiyê û potansiyela xwe ya veberhênanê ji cîhanê re bide nasîn.