Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ku ev 9 sal in xebatên xwe di warê derûnnasiyê de didomîne, bi hejmara xwe ya 20an dîsa pêşberî xwendevanan e. Di vê hejmarê de edîtorên kovarê, dosyeya "tendirustiya derûnî û edaleta civakî" ji xwe re kirine mijar ku ev mijareke girîng a têkildarî wekheviyê, edaletê û bandora rewşên civakî li ser derûniya mirovan e.
Di vê hejmarê de nivîs û hevpeyvînên curbicur cih digirin. Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya "Derûnnasiya Aştiyê" li ser rola derûnnasiyê di pêşîlêgirtina tundîtûjiyê û avakirina civakeke wekhev de disekine. Prof. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa "Edalet Derûniya Mirov Hildiweşîne an Baş Dike?" têkiliya edaletê û trawmayê dinirxîne. Psîkiyatrîst Azad Dildar bi nivîsa xwe ya "Trawmaya Kolektîf, Veguhastina Navnifşî û Edaleta Başker" trawmayên civakî û rola edaleta başker vedikole.
Herwiha, Eren Keskin, Abdurrahim Özmen, Ercan Şen û Bilal Yıldız bi perspektîfên cuda (hiqûq, antropolojî, derûnnasî û xizmeta civakî) mijara tendirustiya derûnî û edaleta civakî şîrove dikin. Nivîsên din ên di kovarê de ji aliyê nivîskarên wekî Şêwirmendê Derûnî Enver İleri, Pispora Xizmeta Civakî Gülperi Gündüz, Derûnnas Siyabend Aslan, Derûnnas Samed Doğan, Şêwirmenda Derûnî Gülbeyaz Bozan, Plansaza Bajaran Zeynep Güneş Yıldırım, Pispora Trawmayê Psîkoterapîst Hataw Ahmed Sharif, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn, Şêwirmendê Derûnî Elîxan Bozan û Mamoste İlyas Tunç ve hatine amadekirin. Nivîskar Bextiyar Elî jî di beşa "Pirs û Bersiv"ê de mêvanê kovarê ye.
Di edîtoryaya kovarê de Abdulsıttar Özmen, Siyabend Aslan, Azad Dildar, Samed Doğan, Gülperi Gündüz û Leyla Turhan cih digirin. Kovar ji weşanên Avestayê derdikeve û xwendevan dikarin hejmara nû ji malpera Avestayê û platformên dîtir ên firotinê peyda bikin.