Komxebata "Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê" li Baxçeyê Azadtiyê bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.
Beşdarên komxebatê li ser girîngiya yekîtiya Kurdan û rola Kurdan a li Sûriyeyê nîqaş kir.
Li gorî nûçeya ANHAyê , di komxebatê de rewşenbîr, nivîskar, lêkoler, wêjevan, rojnameger û hunermendên Kurd, çalakvan, nûnerên ji hemû partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed despêka komxebatê piştî diyarkirina bernameyê axaftinek kir.
"Hemû Kurd li dijî parçebûnê ne"
Îlham Ehmed derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê û got:
"Hemû biryarên ku di konferansê de hatine dayîn di vê serdema dîrokî de zanebûna neteweyî û têgihîştinê di asta herî jor a gelê Kurd nîşan dide.
Di nava tevahiya aliyên Kurdî zanisteke wiha hatiye avakirin her kes di aliyê xwe de bi rihê berpirsiyartiyê radibe û dixwaze itîfaqên li dijî parçebûna Kurdan dubare nabin. "
Îlham Ehmedê lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê wekî avêtina gaveke dîrokî ji bo pratîkirina tifaqan bi nav kir û got:
"Rastiyek wiha heye ku ev cudabûnê fikr bandora xwe li ser dan û standinan dike. Divê em wekî dewlendî li vê cudabûnê binerin û nehêlin ku bibin sedeam parçebûnê."
Divê Kurd di birêvebiriya nû ya Sûriyeyê d ehebe"
Îlham Ehmedê tekez kir ku divê cihê Kurdan di birêvebiriya nû ya Sûriyeyê de hebe û got:
"Di nav hemû civakan de cudabûna îdeolojîk heye, lê ev cudabûn ti carî nebûye sedema parçebûn û nebûye sedemê yekalîbûnê.
Ev xaleke pir girîng e ji bo bipêşxistina gelê Kurd û avakirina Sûriyeya nû. Dersên ku em ji dîrokê derdixin pir girîng in. Divê civak neyê parçekirin.
Îro li Tirkiyeyê Kurd û Tirk êdî diyaoglê dikin. Em karibin bi hev re vê pêvajoya bi rê ve bibin di wê baweriyê de ne ku ji bo pêşerojê em dikarin gavên pir girîng û rast bavêjin."
"Girîngiya xurtkirina yekîtiya Kurdî"
Rûniştina yekemîn a komxebata bi navê "Yekrêziya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê" ji aliyê Birêviberê Navenda Lêkolînên Civakî ya Çavê Silêman Îlyas ve hat birêvebirin.
Di vê rûniştinê de nivîskar û endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî ya Sûriyeyê Faris Osman, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û lêkolerê Navenda Lêkolînên Firatê Çinar Salih axivîn.
Faris Osman ku behsa dîroka Kurdan a li Sûriyeyê kir û bi bîr xist ku gelek dîroknasên girîng Kurdan wekî xwediyên Sûriyeyê dane naskirin.
Osman destnîşan kir ku Kurdan cara yekemîn 1932yan ji bo bidestxistina mafên xwe belgeyek fermî pêşkêşî hikûmeta Fransayê kiribû, piştî vekişîna Fransayê ji Sûriyeyê xebatên Kurdan li Sûriyeyê heba bûne û wiha pê de çû:
"Piştî ku rejîma Beasê hat ser desthilatê, nêzîkatiyeke şovînîst li hemberî Kurdan hat meşandin û ew hatin dûrxistin."
"Eger pirsgirêk neyê çareserkirin aramî çênabe"
Mihemed Îsmaîl jî derbarê rewşa siyasî ya heyî ya li asta herêmî û navxweyî de axivî û got divê desthilata Şamê nêzîkî pêkhateyên welêt be û tevî ku welatên Erebî ji desthilata Şamê bi tirs in jî pêwendiyên baş bi pêş dixin.
Îsmaîl diyar kir ku Amerîka li Sûriyeyê xwedî roleke girîng e û Rûsya jî her çende helwesta wê hîn ne zelal e jî xwedî cihekî girîng e û wiha got:
"Dema ku desthilata Şamê dixwaze bi rêbazên navendî saziyan ava bike, gelê Sûriyeyê jî bi hemû pêkhateyên xwe dixwaze pêdiviyên xwe ji saziyan bigire û dixwaze sazî bêyî paşguhkirina pêkhateyan werin avakirin.
Eger pirsgirêka Kurdan li Sûriyeyê çareser nebe aramî çênabe. Eger li Sûriyeyê aramî nebe, dê li deverên derdora Sûriyeyê jî aramî çênebe."
Çinar Salih jî yekîtiya Kurdan û bandora wê ya li ser paşeroja pirsgirêka Kurdî li Sûriyeyê nirxand û got ev mijar li ba gel cihekî girîng digire û peyva yekîtiyê tê bikaranîn wekî ku li cihekî pirsgirêk hebe.
Aliyê neteweyî yê belgeya Konferansa Yekîtiya Kurd
Rûniştina duyemîn a komxebatê ya bi navê "Aliyê Neteweyî yê Belgeyên Konferansa Yekîtiya Kurd" ji aliyê lêkolînerê Navenda Lêkolînên Firatê Fadil Mihemed, endama Desteya Rêveber a Rêxistina Şemis Nûra Xelîl û yek ji rêveberên Saziya Çapemeniyê ya Nûdem Mesûd Hamidê ve hat birêvebirin.
Fadil Mihemed bal kişand ser kêmasiyên di belgeya konferansê de û got ku pênaseya "dewleta Sûriyeyê" û pênaseyên rêbazên rêvebirinê kêm in.
Nûra Xelîlê jî behsa girîngiya ciwan, jin û çalakiyên sivîlan ên di civaka sivîl a Kurdan de kir.
Nûrayê diyar kir ciwan roleke girîng dilîzin û ji bo xurtkirina rola civaka sivîl divê rê li ber wan were vekirin.
"Rêveberiya Xweser sîstema her baş a nenavendî ye"
Rûniştina sêyemîn a bi navê "Rola Kurdan a li Sûriyeyê û vebijêrkên destûrî" jî ji aliyê Hesen Mihemed Elî ji Ofîsa Têkiliyên Giştî ya MSDyê, Hevserokê Konseya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Mihemed Şewqî Mihemed, Parêzer Mûsa Mûsa û Hevseroka Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Nûrşan Hisênê ve hat birêvebirin.
Hesen Mihemed Elî bi bîr xist ku di belgeya konferansê de 16 xal derbarê Sûriyeyê û 11 xal jî derbarê Kurdan de hene û bal kişand ser ku di belgeya Konferansa Yekîtiya Kurd de tekezî li ser mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hatiye kirin.
Hesen Mihemed Elî her wiha anî ziman ku konferansê rola "kongreya neteweyî" ya li Şamê girtiye ser xwe.
Mihemed Şewqî Mihemed jî sîstemên navendî û nenavendî ji bo Sûriyeyê nirxandin.
Mihemed destnîşan kir ku ji ber sîstema navendî ya di serdemê rejîma Beasê de, gelê Kurd rastî zehmetiyên mezin hatiye û tevî ku hilbijartin jî pêk dihatin lê gelê Kurd nikarîbû tercihên xwe di hilbijartinan de bike.
Mihemed Şewqî diyar kir ku sîstema navendî aborî jî kiribû amûra siyaseta xwe û got ku Rêveberiya Xweser sîstema herî baş a nenavendî ye.
Parêzer Mûsa Mûsa jî di axaftina xwe ya derbarê garantiya destûrî ya Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê de diyar kir ku li Sûriyeyê gelek biryar derdikevin lê ev biryar ne destûrî ne.
Mûsa bal kişand ser ku ji bo destûrê avakirina meclisê û dadgeha destûrê girîng e û parast ku di vê mijarê de sîstema parlamenteriyê guncav e.