Mesrûr Barzanî: Em dost û hevpeymanên cihê baweriyê ne

Mesrûr Barzanî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dost û hevalbendeke cihê baweriyê ya Amerîkayê ye.

21.05.2025, Çar - 11:33

Mesrûr Barzanî: Em dost û hevpeymanên cihê baweriyê ne
Nuçe Belav bike

Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir ku armanca wan wergirtina piştgiriya Amerîkayê ye ji bo ku Herêma Kurdistanê bibe herêmeke aram û bipêşketîtir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û endamê Kongresa Amerîkayê Abraham Hamadeh li Washingtonê civiyan.

Piştî civînê, Mesrûr Barzanî ji bo medyayan axivî ku Diyar Kurde, berpirsê nivîsgeha Rûdawê ya Washingtonê amade bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump gelê Amerîkayê kir û wiha axivî:

Em spasiya Serok Trump Hikûmeta Amerîkayê, birêvebiriyê û gelê Amerîkayê dikin ji bo piştgiriya wan a berdewam a ji bo gelê me ji bo Pêşmergeyên me yên ku li kêleka Amerîkiyan li dijî terorê şer kirine. Em dost û hevpeyman in, hevpeymanên cihê baweriyê ne. Em pêşbîniyê dikin ku pêwendiyên me bihêztir bibin û ji bo armancên hevpar berdewam bin. Em di gelek nirxan de hevpar in.

Baweriya me bi siyaseta aştî, aramî û bipêşketina aborî ya Serok Trump heye. Em li vir in da ku piştgiriya Amerîkayê bistînin. Ji bo ku em vî karî li herêma xwe bikin ku em jê bawer dikin, dem hatiye em beşdarî herêmeke aramtir û bipêşketîtir bibin."

Her wiha Endamê Kongreya Amerîkayê yê Kurd Abraham Hamadeh pişîtî hevdîtina bi Mesrûr Barzanî re axivî û got:

"Danûstandineke gelekî baş bû. Birêz Serokwezîr, spas ji bo vê pêşwaziyê. Cihê şanaziyê ye ez yek ji endamên Kurd im ku ji bo Kongreya Amerîkayê hatime hilbijartin. Em dizanin civaka Kurdî heye. Kurd ligel artêşa Amerîkayê bûn û şerê DAIŞê kirin. Em ti carî tişta wan kiriye ji bîr nakin. Cihê nîgeraniyê ye ku ya em gelek caran dibînin Îraq zêdetir nêzîkî Îranê dibe, ev di demekê de ye ku divê em bandora Îranê li herêmê rawestînin.

Em dizanin ku ew dixwaze tevahiya herêmê ne aram bike, wekî ku li Lubnan û Sûriyeyê kirin. Em nikarin destûrê bidin ew di çîrokên serkeftî wek Kurdistanê de rû bide. Divê em bawer bin ku amraz û siyaseta pêwîst di destê Kurdistanê de hene  ji bo ku pêşketinê bi dest bixe. Wan bi xwe karên gelek baş kirine, lê astengiyên mezin jî li pêşiya wan hene. Ez û gelek endamên Kongreyê piştgiriyê didin wan."

Rûdaw: Birêz endamê kongreyê, derbarê wê peymana ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên Amerîkayê de hat îmzekirin de çi dibêjî?

Abraham Hamadeh: Îro agahiya me jê çêbû, beriya hevdîtina min ya ligel Serokwezîr. Wisa xuya dike ku pêşketina baş a aborî berê xwe dide Kurdistanê; lewma divê em rê bidin ku ew tişt rû bide. Tiştekî gelek xerab e ku hejmarek ji hêzên xerab hewl didin rê li ber wê bigirin ku xweşî berê xwe bide wê herêmê ji bo wî xelkî, ku ev jî rasterast têkildarî aboriya Amerîkayê ye.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 71 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:01:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x