Marco Rubio: Xala sereke ya nêzîkatiya me otonomiya Kurdan e

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku “Xala sereke ya nêzîkatiya me ya li hemberî Îraqê, otonomiya Kurdan a li wî welatî ye.”

22.05.2025, Per - 13:06

Marco Rubio: Xala sereke ya nêzîkatiya me otonomiya Kurdan e
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio her wiha anî ziman:

“Beşek ji wê nêrînê destûra rewşa aborî dide wan ku di rewşeke baş de bin û bi ser kevin.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Komîteya Karên Derve ya Parlamentoyê re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got:

“Xala sereke ya nêzîkatiya me ya li hemberî Îraqê, otonomiya Kurdan a li wî welatî ye.

Beşek ji wê jî destûrdayîna wan a xeta aborî ye ku dihêle ew serkeftinê bi dest bixin.”

Rubio piştî îmzekirina du peymanên mezin ên enerjiyê ya di navbera Washington û Hewlêrê de ew axaftin kir.

Nirxê wan peymanan 110 milyar dolar e û di serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Amerîkayê de hatin îmzekirin.

Peymanên ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên enerjiyê yên Amerîkî HKN Energy û WesternZagros de hatine îmzekirin, mafê bipêşxistina du qadên petrol û gazê li Herêma Kurdistanê da kompanyayên Amerîkî.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio da zanîn:

“Rayedarên Îraqî daxwaza pêwendiyeke nêzîktir û çêtir bi Amerîkayê re nîşan daye û me ji wan re diyar kiriye ku bingeha vê yekê rêzgirtina kompanyayên ku li wî welatî dixebitin û her wiha rêzgirtina wekî ku min got, ji bo otonomiya Kurdan e.”

Rubio bersiva pirseke Joe Wilsonê endamê Kongreya Amerîkayê da ku piştgirê xurt ê Herêma Kurdistanê ye û roja sêşemê ji Mesrûr Barzanî re “piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistaneke bihêz” dubare kiribû û pesnê peymanên enerjiyê dabû

 

Vî nûçeyê tevayî: 100 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:53:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x