Amerîka jibo QSD'ê çekên nû rê kir

Çavkaniyên herêmî ragihand ku Amerîka QSD'ê re ku YPG pêşengî dike, wesayîtên zirxî, hummer û çekên giran rê kiriye.

22.08.2017, Sal - 08:02

Amerîka jibo QSD'ê çekên nû rê kir
Nuçe Belav bike

Rayedarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di derbarê mijarê de ji ajansa Sputnikê re axivî û diyar kir ku çekên giran, wesayîtên Hûmmer û zirxî ku Amerîka ji bo wan şandine, doh gihîştine desten wan û got: "Amerîka di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên Hûmmerê yên zirxî ji me re şandin. Din av çekên ku hatin şandin de, roket, tivîngên otomatîk, dûrbîn û topên hewanê hene. Alîkariya kerwana çek û hûmmerê ji ser Herêma Kurdistanê ve ji deriyê sînor a Sêmelkayê ve derbasî Rojava bû. Ji wir jî bi TIRan derbasî nêzîkê Reqayê kirine. Çek û wesayîtên zirxî bi 60 TIRan hatin. Amerîka di demên dawî de bêtirî çekên giran û wesayîtên zirxî ji me re dişine. Ji bo veguhestina şervanan pîqabên ji cureya Toyotayê jî hatin."

Her wiha, Amerîka heta niha hezar û 300 TIR çekên giran wesayîtên zirxî û cebilxane ji HSDê re şandin. Hikûmeta Tirkiyeyê jî bi tundî li hemberî çek dayîna YPGê derdikeve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1586 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:39:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x