Amerîka, plansaziya Reqqa'yê daxûyand

Berdevkê Koalîsyona li hember DAÎŞ'ê ku pêşengîya DYA'yê de Albay Ryan Dîllon jibo ewlehiya bajarê Reqqa'yê, 850 kes ku ji dildariyên herêmî pêktê, daxûyand ku ev şexs hatine perwerde kirin.

04.08.2017, Cum - 09:07

Amerîka, plansaziya Reqqa'yê daxûyand
Nuçe Belav bike

Berdevkê Koalîsyona dijberiya DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Albay Ryan Dillon bi rêya vîdyo konferansê bi Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) re axivî. Dillon di axaftina xwe de ragihand ku ji bo ewlehî û parastina bajêr ji hêzên herêmî 850 kes perwerde kirin û niha ev hêz di nava bajêr de kar dike.

Ryan Dillon di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêza ewlehiya navxweyî ya Reqqayê piranî ji xelkê ereb û ji xwebexşên dijberiya DAIŞê pêk tê. Ev hêz li herêmên bajêr yên ku ji terorîstan hatiye paqijkirin kar dikin, rê li ber reva milîtanên DAIŞê digirin û ewlehiyê saz dikin."

Dillon di dirêjiya axaftina xwe de got: "Vê hefteyê perwerdeya 230 kesên din qediya û ew jî tevlî grûbê ewlehiyê bû. Niha hejmara wan gihîştiye 850 kesî. Koalisyon ji xeyrî perwerdeya çekî, alîkariya pêşî, şerê çekdarî, lêgerîn û operqasyonên noqteyî de grûbê perwerde dike."

Li gorî îdîayan Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di nav hêza ewlehiya navxweyî ya Reqqayê de cih digre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1645 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:52:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x