Amerîka QSD'ê re çek û wesayîtên zirxî şand

Amerîka di çerçoveya operasyona kontrolkirina Reqayê de çekên giran û wesayîtên zirxî ji Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re şandin.

19.09.2017, Sal - 12:22

Amerîka QSD'ê re çek û wesayîtên zirxî şand
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, hatin wergirtin Amerîka çekên giran û wesayîtên zirxî ji wan re şandine.

Rayedarê QSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û ragihand ku çekên giran û wesayîtên zirxî yên Amerîka ji wan re şandine, îro sibê gihîştine deste wan û got: "Amerîkayê di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên Hummerê ji me re şandin. Hefteya borî jî ji bo operasyona Dêra Zorê şandibû. Di nav çekên ku îro ji me re hatin de; moşekên bigermê ajotî, tivîngên otomatîk, doçka, durbîn û topên hewanê hene. Çek û wesayît ji ser Herêma Kurdistanê ve di deriye sînor Sêmalkayê ve derbasî Rojava hatin kirin. Ji wir jî bi TIRan birin nêzî çeperên QSDê yên li başûr û rojhilatê Reqayê. Çek û wesayît bi 120 TIR hatin. Hêj jî hewcedariya me bi çekên giran hene. Operasyona Reqayê ber bi dawîbûnê ve diçe. Temamiya rizgarkirina Reqayê mehek nakişîne. Lê bidawîbûna Reqayê nayê wateya bidawîbûna DAIŞê. Piştî Reqayê DAIŞ li ku be em ê li wir operasyon pêk bînin. Ji bo operasyonên nû hewcedariya me bi çekên giran hene.

Her wiha, Amerîkayê heta niha hezar û 600 TIR çek û wesayît ji HSDê re şandin. Tirkiye bi tundî li dijî çekdayîna HSDê ya Amerîkayê derdikeve.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x