Bajarê Reqqa êrişa xwekujî

hate ragihandin ku çeteyên DAIŞê li Reqayê bi riya xwekujekî êrîşî bargeheke HSDê kirin û di encamê de 8 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dan.

25.07.2017, Sal - 08:03

Bajarê Reqqa êrişa xwekujî
Nuçe Belav bike

Ligorî Ajansa Amaq a rêxisitna DAIŞê da zanîn ku roja duşembê 24'ê Tîrmehê çeteyek wê rêxistinê di riya wesayîtekî bombebarkirî, êrîşî bargeheke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li taxa Hîşam Ebdil Melik kir.

Li gorî nûçeya wê çavkaniya ser bi DAIŞê ve, çeteyê xwekuj ê wê rêxistin xwe teqand û di encamê de 8 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Rêxisitna DAIŞê weke gaveke berevaniyê û bo rûbirûbûna êrişên dijwar ên HSDê, êrişên xwekujî bi kar tine.

Ew yek di demekê de ye, ku êrişên şervanên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk bo ser taxên Reqayê yên di bin kontrola DAIŞê de berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1810 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:10:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x