Balafirên Suriyeyê bajarê Reqqa xist

Televizyona fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku firokeyên şerî yê Sûriyê li rojhilatê Reqqayê navendên DAIŞê kirine hedefa xwe.

22.07.2017, Cts - 11:09

Balafirên Suriyeyê bajarê Reqqa xist
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya televîzyona Hikûmeta Sûriyê, firokeyên şerî yên wî welatî di navbera Derêzorê û Rekayê de li Maadan û Bir el-Sabkhawiyê baregeh û otomobîlên DAIŞê bombebaran kirin.

Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovî ya Sûriyê jî ragihand ku demekê dirêj e firokeyên şerî yên Sûriyê li nêzîk Reqayê êriş nekirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1836 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x