Erdogan: Amerîka çawa îzah bike?

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan di derbarê posterê Ocalan ku li Reqayê hatibû daleqandin de axaftinek kir.

20.10.2017, Cum - 13:27

Erdogan: Amerîka çawa îzah bike?
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan li ser posterê Ocalan ku li Reqayê hatibû daleqandin ji bo Amerikayê got, divê Amerîka vê yekê rave bike û weha pê de çû: \"Di têkoşîna li hember terorê de hûn ne bi me re ne, em bawer nakin.\"

Li hemberî vî yekê Fermandariya Quwetên Navend ya Amerîkî (Centcom) daxûyaniya xwe de, \"em van dîmenan erê nakin û tasdîq nakin\" got.

Reqa ji aliyê QSDê ya ku pêşengiya wê YPG dike ve ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin. Doh dema YPJ li navenda Reqayê daxuyanî dan, posterên Ocalan hatibûn daleqandin. Li ser vê yekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di civîna Heşt Dewletên ku Geşedidin de axifî û got: \"Li Reqayê posterê \"serokê terorîstan\" daleqandine. Wê niha Amerîka vê çawa rave bike? De kerem kin.Dema tê ser gotinê hûn dibên \"PKK rêxistineke terorîye.\" Dêwletên endamên Yekîtiya Ewropa jî wê wisa qebûl dikin. Baş e li Fransayê li avahiya televizyona dewletê posterên \"serokê terorîstan\" dadiliqînin, polîs jî li wan temaşe dike. Dê vê yekê çawa rave bikin? Dema em bi wan re hevdîtinan pêktînin dibêjin me \" di têkoşîna dij terorê de em bi we re ne.\" em bawer nakin, hûn ne bi em re ne, hûn bi me re bin hûn wan naparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1717 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:30:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x