HSDê bajaroka stratejîk a nêzî Reqayê kontrol kir

Şervanên HSDê piştî şerê du rojan bajaroka Mansûra bi temamî ji mîlîtanên DAIŞê kontrol kirin. Hate ragihandin ku gelek depo û çek ketine destên şervanên HSDê.

04.06.2017, Paz - 07:11

HSDê bajaroka stratejîk a nêzî Reqayê kontrol kir
Nuçe Belav bike

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajaroka Mansûrayê ku 20 kîlometro dikeve rojhilatê Tebqayê piştî şerê du rojan ji DAIŞê rizgar kirin. Hate diyarkirin k udi şerên du rojan de herî kêm 30 mîlîtanên DAIŞê hatine kuştin, 14 termê DAIŞî di destên şervanên HSDê de ne.

Hate eşkerekirin ku di şerê du rojan de, maşîneyeke bombebarkirî ya DAIŞê hat îmhakirin. Herwiha maşîneyek bombebarkirî, 5 tang, 4 BMB (panzer), gelek depoyên çek û cebilxane (ku tê de bi sedan kalaşnikof, BKC, hawan, roketavêjên B-7 û bi hezaran fîşek hebûn) jî ji alî şervanên HSDê ve hatin desteserkirin.

Bi rizgarkirina bajaroka Mansûra re riyeke din a stratejîk li ser mîlîtanên DAIŞê hatiye qutkirin. Li bajarokê HDSê dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên mîlîtanan kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:35:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x